Gerîlayên HPG û YJA Starê li Gever û Xakûrkê li dijî eskerên dagirker ên artêşa tirk çalakî pêk anîn. Di çalakiya 24´ê Temûzê ya li Geverê de 4 çeperên dagirker hatin îmhakirin û 12 esker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG´ê der barê çalakiyên gerîlayan de daxuyaniyek da. Li gorî daxuyaniyê:
Di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de gerîlayan li Geverê li dijî dagirkeran çalakî pêk anîn. Hêzên gerîla li gundê Kaportê du kesên bi navê Haşim Hasin û Cebelî Balî bi sedema danûstendinên wan ên bi dagirkeran re hişyar kirine. Lê wan guh nedanê. Li ser vê, hêzên gerîla 23´ê Tîrmehê 3 kamyon, 2 kepçe û alavên din ên van kesan li şantiyê îmha kirin.
Li Gever û Xakûrkê 13 esker hatin kuştin
Gerîlayan 24´ê Tîrmehê jî li dijî eskerên dagirkeran ên li Tepê Şehîd Afat çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de 12 esker hatin kuştin. Heman rojê li Xakûrkê jî li dijî eskerên dar dibirrîn gerîlayan çalakî pêk anîn di çalakiya sûîqestê de eskerek hat kuştin. Piştî vê jî hêzên gerîla li Tepê Şehîd Sarya û li Tepê Şehîd Derwêş de çalakî pêk anîn. Lê hejmara kuştiyên dagirkeran nehatin tespîtkirin.
ANF/BEHDÎNAN