Gerîlayên HPG û YJA STAR´ê li Geverê derb li artêşa Tirk a dagirker dan û 5 esker kuştin. HPG’ê li ser çalakiyên gerîlayan ev agahî dan: “29’ê Mijdarê  hêzên me li navçeya Geverê ya ser bi Colemêrgê, li dijî eskerên dagirker yên li ser girê Elîşêr çalakiyek kir. Di çalakiyê de derbeke giran li mewziyên dijmin hate xistin, 5 esker hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi obus û hawanan li deverê xist. Heman rojê balafirên şer qada Kinyanişê bombe kir.

Êrişên hewayî

29’ê Mijdarê balafiren şer ên artêşa dagirker êrişa hewayî bir ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Balafirên şer bê navber li devera Şehîd Adil a herêma Zê, li derdora gundê Girsê yê Garê û li girê Colemêrgê yê li herêma Metîna bombe barandin. Ji ber bomberdûmanê li Zê hevalekî me şehîd bû. Agahiyên nasnameya hevalê me yê şehîd piştre bi raya giştî re wê werin parvekirin.”

 

ANF/BEHDÎNAN