Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku 16’ê Cotmehê li herêma Geverê çalakiyeke xurt li dijî çeperên eskerên Tirk hatiye kirin û li ser mijarê ev agahiyên li jêr dan:
“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de roja 16’ê Cotmehê saet 17:15’an li navçeya Gever a ser bi Colemêrgê, li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Elîşêr çalakiyek kir. Di çalakiyê de derb li sê kozikên dijmin hatin xistin, her sê kozik hatin rûxandin û 6 eskerên dijmin hatin kuştin.”
ANF/BEHDÎNAN