Meşa ku li Kolana Orhanê ya ku li wir goristanê HPG'iyan hene dest pê kir de gelek welatî û serokê BDP'a Geverê Naîl Durmaz, Şaredarê Geverê Ercan Bora, MEYA-DER, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê û Xebatkarên Komeleya Çand û Hunerê ya Geverê amade bûn. Li goristana HPG'iyan ji aliyê welatiyan ve meşale hatin pêxistin û pankartê ku li serê 'Şehîdên me rûmeta me ne, rûmeta xwe xwedî derkevin Rêhevalên rojê namirin' dinivîsî hat vekirin. Li ser navê girseyê ciwanekî YDG-H'ê daxuyanî xwend û wiha got: "Tevgera PKK'ê partiya şehîdan e. Têkoşîna 40 salî ya ku Tevgera Azadiya Kurdistanê dimeşîne tê wateya girêdayînê me ya li hemberî Şehîdên me, Rêberê me û gelê me. Di dîroka cîhanê de tu gelekî bê bedel azadiya xwe bidest nexistiye. Gelê Kurdistanê, di serî de jin û ciwanên wan ê qehreman ji bo bedeldayînê heta niha xwe paşvenekişindan e, li hemberî wî ji bo girêdayîna Rêberê xwe, şehîdên xwe û azadiya xwe zarokên xwe tevli nava têkoşînê kirin e. Di sala 2011'an de di encama êrîşa hewayî ya balafirên artêşa dagirker a tirk ve endamê Konseya Rêveber a PKK û KCK'ê Rustem Cûdî, endama Meclisa PKK'ê Çîçek Gabar û Alîşer Koçgîrî û 4 rêhavalên me şehîd ketin. Ger ku li vir ala me liba dibe ew jî bi saya şehîdên me ne." Piştî daxuyaniyê heta Kolana Kişlayê bi dirûşman meş hat lidarxistin.
COLEMÊRG