Artêşa Tirk a dagirker li Geverê li pey hev derban dixwe. Piştî ku 24´ê Tîrmehê 12 kuştî dan, îca jî 9 esker hatin kuştin. Di şer de gelek esker jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HGP´ê der barê şerê gerîla yê li dijî dagirkeriyê li Geverê de daxuyaniyek da. Li gorî daxuyaniyê: Hêzên gerîla di çarçoveya pêngava şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî hêzên dagirker çalakiyeke bi bandor pêk anîne.

9 esker hatin kuştin

Eskerên Artêşa Tirk a dagirker li Geverê li Geliyê Doskî berî bi demekê ketibûn nava tevgereke dasgirkeriyê. Eskerên dagirker li gundê Berdereşê bi cih bibûn û çeper tê de kola bûn. Hêzên gerîla demekê ew şopandin û xistin kontrolê. Hêzên gerîla 23´ê Tîrmehê li dijî van eskerên dagirker çalakiyek pêk anîn. Gerîlayan ji du milan ve çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de 9 eskerîn artêşa Tirk hatin kuştin û hejmareke zêde esker jî birîndar bûn. Erebeyeke zirxî ya eskeran jî derb xwar.

Piştî çalakiyê, artêşa Tirk a dagirker bi helîkopterên Skorsky esker danîn derdora gundê Berdereşê, êşkence li şivanan kirin, ketin û derketina herêmê qedexe kirin.

Artêşa Tirk a dagirker doh destê sibê li Geverê li qada gundên Pagenkê û Kavlegundê ket nava tevgereke dagirkeriyê. Ev tevger hê dewam dike.

Hêjayî bi bîr xistinê ye, gerîlayên HPG û YJA Starê 24´ê Tîrmehê li Geverê çalakî pêk anîn û di çalakiyê de 12 esker hatin kuştin.”

HPG´ê wekî din ragihand ku dewleta Tirk xwe diavêje bextê derewan, îdîa dike ku wan li kordîneya çalakiyê xistiye. HPG´ê bi bîr xist ku ti elaqeya wan bi êrişê re nîne, û ji ber vê jî daxuyaniya dewleta Tirk hemû di çarçoveya şerê psîkolojîk de ye. 

 ANF / BEHDÎNAN