Nivîskarê kitêba “Ji bilî çiya dost tinin” Behrooz Boçanî li Zanîngeha Londonê li Dibistana Hiqûqê ya Birkbeckê wê dersan bide. Ew wekî din jî i zanîngehan dersan dide û beşdarî semîneran dibe û van hemûyan jî bi rêya Skype û Whatsappê dike.

Penaber û nivîskarê Kurd ê ji rojhilatê Kurdistanê Behrouz Boochani (Behrûz Boçanî), tevî ku li giraveke ji bo penaberên destûra wan nayê dayîn biçin Awusturalyayî girtî û asêmayî ye jî beriya çendekê Dibistana Hiqûqê ya Birkbeckê ya li Zanîngeha Londonê profesoriya mîvan dabû wî. Ji ber ku destûra wî nehat dayîn ji giravê veqete, ew ê dersên xwe bi rêya Skypeê bide. Wî pêr li Balsillie School of International Affairs (Dibistana Balsillie ya Karên Navneteweyî) bi rêya Whatsappê ders da.

Behrûz Boçanî berê bi kitêba xwe ya otobiyografîk a bi navê “No Friends but the Mountains; Writing from Manus Prison (Ji çiya pê ve dost tinin; Nivîsên ji Hepsa Manusê)”, xelatên herî bi prestîj ên wêjevaniyê li Awusturalyayê wergirtibûn, lê dîsa jî hikûmeta Awusturalyayê destûra wî nedabû ku bi xwe biçe xelata xwe wergire. Di vê kitêba xwe de ew behsa rêwîtiya xwe ya ber bi Girava Christmasê ve dike û tê de her wiha dibêje, ka piştre çawa hatiye girtin û hepsîkirin. Girtîbûna li girava weke heps û kamp ji bo penaberan hatiye çêkirin a Behrûz Çomanî 6 sal li dûv xwe hiştine; ew pêşî li Girava Manus bû niha jî tevî penaberên din ew li birine Port Morsebyê; lê Awusturalya di ya xwe de rijd û jê nayê xwarê.    

Li Zanîngeha Londonê, Dibistana Hiqûqê ya Birkbeckê beriya çendekê dabû zanîn ku wê Behrûz Boçanî kiriye profesorê mêvan ji bo mohleta 3 salan.

Skype her hatiye bi hewara wî ve

Behrûz Boçanî wê dersên xwe serê pêşî li ser rewşa penaberan ku li navendên (kampên) derveyî parzemînê (li giravan) hatine danîn, ava bike, da ku bala raya giştî bibe ser vê meseleyê.

Ji ber ku destûra Boçanî nayê dayîn ji irava lê ragirtî veqete, weke nivîsandina kitêba xwe, ew bi derfetên ragihandina şexsî dersan dide. Wî beriya niha jî hin ders û gotar li zanîngehan pêşkêş kirine û ev ji bi rêya Skypeê kiriye. Ew dibêje, ew ê vê yekê dewam bike da ku tecrûbeya xwe bide nifşên nû. Beriya dest bi dersan bike, wî îfade kiribû ku ew bi rastî jî hez ji dersdanê û bûna bi nifşên ciwan re dike. Ew wekî din kar û lêkolînê ji bo xwe weke “wezîfe” bi nav dike.

Li Kandayê semînera bi Whatsappê

Herçî dekanê dibistana hiqûqê, Prof. Stewart Motha ye dibêje, Behrûz Boçanî wê ji bo înstîtuyan wan bibe nirxekî mezin. Wî her wiha bang li hikûmeta Awusturalyayê jî kir ku dev ji miamelekirina bi penaberan re berde ya ku penaberan piçûk dixe û hovane ye.

Vê Îlonê Behrûz Boçanî her wiha li Fakulteya Huner û Zanistên Civakî ya Zanîngeha New South Wales a Sydneyê jî weke doçent hatibû wezîfedarkirin.

Behrûz Boçanî pêr jî li Dibistana Balsillie ya Karên Navneteweyî ya nêzî bajarê Hamilton ê Kanadayê, beşdarî semînerekê bû û dersa xwe bi rêya Whatsappê da. Tevî wî hevhilberînerê filma “Chauka” Arash Sarvastani jî beşdarî semînerê bû.

 

NAVENDA NÛÇEYAN