
Li gundên Susikê û Bîrkino yên dikevin rojavayê Til Ebiyadê jî komên çete di nava 48 saetên dawî de cih bi cih êrîş pêk anîn. Hat ragihandina ku di pevçûnên li gundê Susikê de jî wesayîtek çeteyan hatiye rûxandin û kesên tê de jî hatine kuştin. Li gundê Bîrkino jî êrîşkarek hat kuştin. Der barê encamên de agahiyên zelaltir nehatine bi dest xistin.
Li herêma Çilaxa ya Girkê Legê jî li gundê Sefa di navbera hêzên YPG’ê û komên çete de pevçûn derketin. Pevçûnên ku di saetên serê sibehê de destpêkirin cih bi cih dom dikin. Der barê encamên pevçûnan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
QAMIŞLO