Piştî rizgarkirina Girê Spî û herêma derdora wê dewleta Tirk mîna ku har bibe, bi dengê bilind qîr dikir û digot hêzên Kurd gelên li herêmê qir dikê û dide koçberkirin. Li ser vê yekê li cem xwe meclisek sexte ji malbat û eşîrên alîgirên DAÎŞ’ê pêk tên ava kir û xwest vê meclîsê mîna nûnerên gelên li herêmê destnîşan bike. Lê piştre gelê Girê Spî vegeriya cih û warên xwe û bi gelê Kurd re biryara bi hev re bijîn da. Li wir meclîsa xwe û paşê jî rêveberiya xwe ragihand. Qebulkirin ku YPG û YPJ wan biparêze û zarokên xwe beşdarî nava refên YPG û YPJ’ê kirin.
Lê dewleta Tirkiyê li pêş çavên hemû cîhanê aciziya xwe ji bo girtina deriyê Akçakaleyê anî ziman û her roj herêm bi çekên giran tacîz kir. Bi vê yekê xwest YPG bersiv bide û ev yek bibe sedema rewabûna ketina xwe ya Girê Spî. Ji ber êdî şerê bi wekaleta DAÎŞ dikir, planên wan têk çûbun. Ji wê demê de êdî dewleta Tirk dixwest bi xwe li hemberî Rojava şer bike. Lê dema YPG bersiv neda pir aciz bû û planên xwe yên destekdana bi DAÎŞ’ê re domandin. Di vê dema dawî de ku hêzên QSD’ê pir cih girtin, bi taybet li herêmên bendava Tişrîn, Hol, Şedadê û herî dawî jî ji milê Kantona Efrînê de hetanî Ehrezê hate girtin.
Di hêla siyasî de jî civîna Cenevreyê bi ser neket û di encama lihevdûkirina Rûsya û Amerîka li ser agirbesta demî vê yekê dewleta Tirk hîn zêde aciz kir û got pêwîst e YPG jî bikeve nava lîsteya rêxistinên terorîst. Ji ber Tirkiyê tu carî binketina DAÎŞ’ê li Rojava danequrtand, ji bo wê jî di her fersendê de yan bi DAÎŞ’ê êriş kir an jî bi xwe êrîş kir. Lê bi taybet piştî ku hêzên cîhanî qebûl nekirin YPG bikeve lîsteya rêxistinên terorîst û li Sûrî agirbest hate îlan kirin.
Ji milê din ve û weke sedema sereke mirov dikare destnîşan bike, berxwedan û têkoşîna hêzên YPS û YPS Jin destpê kirine. Li hember vê berxwedanê bêzar bûye, bi komkujiyan sûcên mirovahiyê pêk tîne, jin zarok kal û pîran dikuje û wan bi awayekî wehşî dişewitînê. Ji bo vê wehşiyetê û kiryarên xwe ên terorîstane veşêrê û şerê nava xwe careke din derbasî Rojava bikê, ji milê din ve jî bi vê wehşiyeta ku dike, dixwaze Rojava vala bike û bike herêma tampon ji bo koçberan. Ji ber ku tenê karta koçberan di destê wan de mane ku li hemberî Ewropa û Amerîkayê bi kar bînê. Dîsa bi vê derbê li jiyana hevbeş û biratiya gelan bide.
Ji bo vê yekê careke din destek da DAÎŞ’ê di deriyê Akçakaleyê re derbasî Girê Spî bibe û êrîşeke berfireh li hemberî noqteyên YPG û YPJ dest pê kir. Niha ji serê sibê de şer û pevçûn dewam dikin, gelek kuştî û birîndarên wan hene. Vê carê jî wê têk biçin û dewleta Tirk mîna ku niha bi tenê maye, vê carê wê di dadgehên navneteweyî de were darizandin.
Li ser vê yekê em dikarin vê jî bêjin, ger hêzên navneteweyî tedbîran li ber destwerdana Tirkiyê ya li ser Rojava negirin, tehemula gelê me jî heya astekê ye, bila her kes bizanibe. Carekê hêrsa gelê me rabe, wê mîna lehiyekê berjewendiyên hêzên cîhanî jî û dewleta Tirk jî li ber xwe bibe. Heta niha em bi xwînsarî û bi aqilekî selîm nêz dibin. Bila kes sebr û tehemula gelê me neceribînê. Ev gel nikare qîrîna dayikan û qiçeqiça şewata laşê mirovên xwe li wî milê têlan guhdar bike.