Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê Spî amadekariyê dike ku li herêma Girê Spî Mihrîcana Çand û huner li dar bixe. Bi boneya salvegera 5`emîn a çirûska şoreşa 19`ê Tîrmehê, li bajarê Girê Spî roja 20-21`ê Tîrmehê wê mihrîcan were lidarxistin. Mihrîcan wê bi dirûşmeya “Mihrîcana Çandî ne bûyereke asayî ye ku derbas bibe û ne şahiyeke bê nirx e, lê bele şopdareke dîrokê dimîne” tê lidarxistin. Armanc ji vê xebatê ew e ku di aliyê çand, huner û mîrasê de civak hişyar bibe. Dê welatiyên Girê Spî ji Kurd, Ereb, Çerkez, Ermenî, Sûryan ji Silûk, Eyn Îsa, Hemam Tirkman, bajarê Girê Spî û gundên wê beşdar bibin. 


 GIRÊ SPÎ