Li bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê doh danê sibê bi maşîneke Skoda êrişeke bombeyî pêk hat. Di êrîşa bombeyî de 8 kesan jiyana xwe ji dest da û 11 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku ji welatiyên jiyana xwe ji dest dayî 2 kes endamên Hêzên Parastina Civakî (HPC) ne, ku li ber avahiya Mala Gel bi erka ewlekariyê radibûn.
Ji ber ku rewşa piraniya birîndaran giran e, piştî mudaxleya destpêkê hemû rakirin nexweşxaneyên li Qamişloyê.
Komkujiya eskerên Tirk
Pêr jî eskerên Tirk êrîşî Girê Spî kiribû, di êrîşa leşkeran de, zarok û jin jî di nav de 8 kesan jiyana xwe ji dest dabû, 16 kes jî birîndar bûbûn. Doh zarokeke deh salî ya birîndar jî jiyana xwe ji dest da û hejmara welatiyên hatî qetilkirin bû 9.
Pêr saet 17.00'an li gundê Heşîşe yê 20 kîlometreyan dûrî Girê Spî, gelek welatiyên ku xwestin derbasî bakurê Kurdistanê bibin, ji aliyê eskerên Tirk ve hatin gulebarankirin. Berdevkê TEV-DEM'ê Omer Aluş encama êrîşa hovane eşkere kir û zanîn ku di êrîşa eskerên Tirk de yek jê zarokeke 7 salî, ya din zarokeke 10 salî, 9 jin û zarok hatin kuştin, tenê 2 ji wan mezin, bi giştî 15 kes jî birîndar bûn.
Kesên jiyana xwe ji dest dayî û yên birîndar rakirin Nexweşxaneya Serêkaniyê.
Aluş der barê êrişê de got, zarok û jinên ku nêzîkî sînor bûn bi gulebarana leşkeran re rû bi rû mane û weha peyivî: "Di heman cihî re dema ciwan derbas dibin, leşker tenê temaşe dikin. Ji ber ku difikirin dê jin û zarok bibin bar, wan dikujin."
GIRÊ SPÎ