Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk li bajarê Girê Spî yekemîn akademiya bi navê Şehîd Şêxo vekir û dest bi dewreya yekemîn a bi navê Viyan Amara kir; di vê dewreyê de 250 nameyetên mamostetiyê perwerde dibin.

Merasîma vekirinê li navenda akademiyê ya bajarê Girê Spî çêbû û tê de mamosteyên zimanê Kurdî yên gund û bajar, Endamê komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Zinar Kobanê û Endamên KPC-D ên Girê Spî Rûken Hemî, Nesrîn Geyad û Salih Misî hazir bûn.

Merasîmê bi rêzgirtinê destpê kir û tê de Rêveberê KPC-D’ê Zinar Kobanê axivî û vekirina akademiyê li hemû mamosteyan pîroz kir.


Kurdan zimanê xwe parast

Zinar da zanîn ku tevî hewldanên hemû hêzên dagirker ên li Kurdistanê ji bo bişaftina Kurdan, gelê Kurd bi zimanê xwe ve girêdayî ma û ew parast.

Salih Misî jî destnîşan kir ku dema bajar rizgar bû, armaca wan amadekirina mamosteyan bû, û piştî 7 mehan kar, va ye akademiya Şehîd Şêxo jî hatiye vekirin.

Misî ji mamosteyên di dewreya yekemîn re got “Baweriya me heye ku hûnê karibin zarokan fêrî zimanê dayikê bikin.”

Nesrîn Geyad da zanîn ku perwerdeya pêşî dê sê mehan dirêj bike, tê de dersên zimanê Kurdî, şêwazên perwerdekirinê, materyalên bi zimanê Kurdî li dibistanan û çawaniya bikaranîna wan, dersên bîrdozî û semîner li ser çanda gelên herêmê wê bêne dayîn. 


 ANHA / GIRÊ SPÎ