Fermandariya Hevpar a Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) diyar kir ku hêzên wan li Gîresûnê çalakî li dar xistiye û 2 endamên JOH’ê kuştine.
Fermandariya HBDH´yê têkildarî çalakiya di 3’ê Îlonê de ev daxuyanî da:
“25’ê Tebaxê, hêzên dagirker ên dewleta Tirkiyeyê li zozanên Yaglidere yên Gîresûnê operasyonek dabû destpêkirin. Hêzên me demeke dirêj li zozana Yenîoba ya Yaglidereyê yekîneya JOH’ê xist bin kontrola xwe. Vê yekîneya dijmin a ku tevgerên wan û cihên wan ketine bin kontrolê, gerîlayên me 3’ê Îlonê, saet 16.45’an li wan da. Di vê yekîneyê de 2 endamên JOH’ê hatin kuştin û endamekî JOH’ê jî birîndar bû. Operasyona li deverê hê jî didome.”
NAVENDA NÛÇEYAN