Hêzên Parastina Civakî (HPC) ji bo 44 Endamên ji pêkhateyên Kurd û Ereb dewreya perwerdeyê vekiribû. Dewreya ku navê Şehîd Mihemed Tunc lê hatibû kirin, 15 rojan dewam kir. Di dewreyê de dersên bîrdozî, bikaranîna çekan û hunerên leşkerî hatibûn dayîn.
Dewre bi şahiyekê bi dawî bû. Şahî li navenda HPC′ê bi amadebûna bi dehan welatî û nûnerên Saziyên Civaka Sivîl li dar ket.
Şahî bi rêzgirtinê û merasîmeke leşkerî dest pê kir. Paşê hevserokê HPC ya Girkê Legê Newaf Ibrahîm bixêrhatina mêvanan kir û qedandina dewreyê li endaman pîroz kir.
Rêvebera HPC‘ê ya kantona Cizîrê Bêrîvan Mistefa bal kişand ser girîngiya xweparastin û parastina civakê, her wiha berxwedana Hêzên Parastina Civakî.
Bêrîvan Mistefa di dawiya axaftina xwe de bang li welatiyan kir ku tevlî nav refên Hêzên Parastina Civakî bibin.
ANHA / GIRKÊ LEGÊ