Merasîma vekerinî pêk hat bi beşdarbûna şêwirmendê Hevserokatiya Kantona Cizîrê Nesîn Şemo, Serokê Desteya Enerjiyê û nûnerên partiyên siyasî, saziyên civakî yên sivîl, hêzên Asayîşê û êlên Ereban.Serokê Komîteya Têkiliyan a Rêxistina Mafê Mirovan Husên Hibo di merasîmê de axivî got ku rêxistin a wan a hemû pêkhateyên herêmê ye. Piştre Hevserokê Meclîsa Herêma Girkê Legê Hesen Ebdulrehman axivî û da zanîn ku rêxistina mafê mirovan hemû beşên civakê di nava xwe de digire û destnîşan kir ku rêxistin bi hemû hêza xwe kar dike. Di dawiyê de dayîka Şervanê YPG’ê Aydil Osê, Bedîa Elî deriyê navendê bi merasîmê vekir.
ANHA/GIRKÊ LEGÊ