Çalakî bi şîara “Azadiya Rêber Ocalan azadiya mirovahiyê ye” li dar ket û ji aliyê rêxistina Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a bajarê Girkê Legê ve tê birêxistinkirin.
Çalakiyên roja yekemîn li parka navenda Yekîtiya Ciwanên Rojava ya li bajarê Girkê Legê, bi tevlîbûna şêniyên bajêr hatin lidarxistin.
Pêşangeha wêne û pirtûkan
Di destpêka çalakiyê de Endama Komîteya Amadekar a Hefteya Hunerî Evîn Xalid axivî û bixêrhatina beşdaran kir. Evîn Xalid diyar kir ku armanca wan ji organîzekirina vê hefteyê ew e ku çand, huner û folklora Kurdî di nav gelê Kurd de vejînin û her wiha balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Piştî axaftinê, pêşangeheke wêneyan, cil û bergên Kurdî û pirtûkan hat vekirin. Paşê koma Şehîd Hêvî 2 lîstikên şanoyê bi sernavê “Dijminê komîdî” û “Civaka Razayî” pêşkêş kirin.
Piştre komên Şehîd Diljîn Nêrgiz û Gulan Zelal govendên gelêrî gerandin. Koma Serhildan jî stranên Kurdî gotin. Di dawiya rojê de jî her du stranbêj, Şivan Mihemed û Izedîn, stranên Kurdî ji beşdaran re gotin.
ANHA / GIRKÊ LEGÊ