Endamê Kordînasyona TEV-DEM'ê Hisên Çawiş da zanîn ku Suriye di krîzek siyasî û civakî ya kûr re derbas dibe û wiha dom kir: “Gelek sedemên vê krîzê yên hundirîn û derve hene. Wekî tevger ji bo me tişta girîng berjewendiyên gelê me û civaka Suriyê ye. Ji bo hemu pirsgirêkên heyîn çareserî Xweseriya Demokratîk a ku em niha têkoşîna wê didin e.”
Çawiş, diyar kir ku Xweseriya Demokratîk, bêyî ku cudahiya ziman, nasname, ol û netewan bike, xwe dispêre hemû beşên civakê. Çawiş, destnîşan kir ku wê mînaka Xweseriya Demokratîk a li Rojavayê Kurdistanê tê avakirin, wê ji bo Suriyê û herêmê bibe mînak û got ku ewê ji bo vê jî têkoşîna xwe bilind bikin.
ANHA/GİRKÊ LEGÊ