Girtiyê bi navê Nîhat Yilmaz ê ku ji ber sûcekî edlî 6-7 sal in di Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê de bû û aslê xwe ji Agiriyê ye beriya 2-3 mehan sewqî Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Tekîrdagê hate kirin. Nîhat Yilmaz li vir ji aliyê girtiyekî din ve bi awayeke bi jilêtê qirika wî hate jêkirin û piştre jî bi ben hate xeniqandin. Li gorî agahiyên ku kurapê Nihat Yilmaz ê ku hate qetilkirin, Umît Yilmaz daye Yilmaz roja ku hatiye sewqkirin şûnde bi riya telefon û nameyan ji malabata xwe re her tim gotiye ew rastî şîdeta îdareya girtîgehê, sergardiyan û gardiyanan tê û ew ê ji aliyê van kesan ve bê kuştin. Heta xwestiye dîmenên kamerayan jî bên kontrolkirin.


'Rapora darbkirinê jî girt'

Nîhat Yilmaz û malbata wî li Dozgeriya Komarê ya Tekîrdagê gilî kirin. Yilmez ji dozgeriyê re jî ragihand ku ew ê bê kuştin. Dozger ê ku ji aliyê dozgeriyê ve sewqî nexweşxaneyê hatibû kirin ji nexweşxaneyê rapora darbkirinê jî girtibû. Li gorî vegotina kurmamê Nîhat Yilmaz, Umît Yilmaz, Yilmaz herî dawî di pençşema borî bi dayîka xwe re hevdîtina telefonê kir û zext û zordariyên li hemberî wi pêktên ji dayîka xwe re vegotin. Yilmaz, di hevdîtinan de ji dayîka xwe re got heke tiştek bi serê wî bê dikarin her tiştî ji hevalê wî yê girtîgehê yê bi navê Mehmet Seyîdoglu hîn bibin. Piştî hevdîtinê rêveberiya girtîgehê girtiyeke din dan cem Yilmaz ê ku di koguşê de bi tena serê xwe dima. Girtiyê rêveberiya girtîgehê birî cem Yilmaz şeva Şemiyê di dema paşîvê de berê Yilmaz bi jiletê birîndar kir û pişt re ji bi ben xeniqand.
Bûyer roja yekşemiyê dema gardiyan ji bo hejmarê çûn koguşê hate zanîn. Gardiyanên ji bo hejmarê çûn koguş rastî cenazeyê Yilmaz hatin û li ser serê cenaze jî girtiyê din ê ku Yilmaz qetil kir dîtin. Cenazeyê Nihat Yilmaz rakirin morgan Nexweşxaneya Dewletê ya Tekîrdagê û girtiyê din ê ku Yilmaz qetil kir jî avêtin hucreyê. Piştî rojek şunda agahî dan malbata Yilmaz û malbat li ser vê agahiyê çû girtîgehê. Umît Yilmaz bi Dozgerê Komarê yê lêpirsîna bersûcê qatil kir hevdîtin kir û li gorî agahiyên dayîn girtiyên cînayet pêk anîn di îfadeyên xwe de ji ber ku Yilmaz ji wî re "Pêşniyara têkiliya zayendî kir" pêk anî.

Malbat gilî kir

Hinceta kesê cînayet pêk anî hêrsa malbatê hêj bêtir mezin kir. Li gorî agahiyên malbatê dayîn tiştên hatin vegotin teqez derew in û ji bo cînayetê rewa bikin û cînayetê veşêrin serî li vê yekê dan. Sedema vê yekê jî ew e ku girtiyê cînayet pêk anî hêj 48 seat derbas nebûneye ku di wê koguştê de ye û îfadeya, "min her tim pişta wî derman dikir" nîşan da. Malbata Yilmaz diyar kir ku zarokên wan ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hate qetilkirin. Malbatê da zanîn ku ji bo qatil bên dîtin û darizandin dê serî li hemû riyan bidin. Cenazeyê Niyat Yilmaz ji bo otopsiyê anîn Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. 

DIHA/STENBOL