Çalakiya greva birçîbûnê û ya bêdem û bêdorneveger her ku diçe li girtîgehan belav dibe. 7 Girtiyên jin jî di nav de 57 girtiyên girtîgeha Tîpa D ya Amedê, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kirin. Girtiyên ku 14 û 15’ê Sibatê dest bi çalakiya xwe kirin, diyar kiribûn ku ew ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya xwe dane destpêkirin.
Her wiha girtiyên Girtîgeha Tîpa E ya Elbîstanê; Bedrettîn Uzunboy, Salîh Şîmşek, Huseyîn Çig, Emîn Mutlu û Huseyîn Torunoglu bi daxuyaniyekê aşkera kirin ku li dijî operasyonên leşkerî û siyasî, zextên li ser gel tên meşandin û pêkanînên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorneveger dane destpê kirin. Girtiyan bang li raya giştî kirin ku di vê mijarê de hessas tev bigerin.
5 girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa E ya Bedlîsê yên bi navê Pelîn Yilmaz, Edîba Ekmen, Ruken Çelîk, Ulkem Ozkan û Şeyman Kantarci bi armanca şermezarkirina salvegera 15'ê Sibatê roja anîan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîda li ser Ocalan tê meşandin dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveneger kirin. Jina bi riya malbatên xwe daxuyanî dan û diyar kirin ku heta daxwazên wan neyne cih dê çalakiya xwe berdewam bikin.

 BEDLÎS/GURGUM