Adnan Tîtîzê ku li Girtîgeha Tekîrdagê ya Tîpa F'yê Hejmar 1 de dimîne di nameya ku nivîsand de dide ziman ku şibakên qada sohbetê bi qeynexê hatiye girtin û wiha got: "Ev rewş ji hêla malbatên me yên ku tên hevdîtinê jî dibe sedema acizbûnê. Ji ber ku şibak qeynex kirine hin kesên ku tên hevdîtinê ji germa ji ser hişê xwe diçin. Rêveberiya girtîgehê bi vî awayî biçe dê şibakên koxuşan jî qeynex bike. Tiştê ku nikare bi tecrîdê pêk bîne dê bi çiqandina bêhna me pêk bîne."
'Dest datînin ser nivîsên me'
Tîtîz di nameya xwe de vegot ku di guhertina odeyan de jî rêvebiriya girtîgehê daxwaza wan li ber çavan nagire û bi girtina heman odeyê dixwaze tecrîdê kurtir bike. Tîtîz der barê nameyan de jî agahî da û wiha axivî: "Car caran nameyên nava girtîgehê piştî çend mehan digihê cihên xwe. Ji bilî wê rêvebiriya girtîgehê dest datîne ser nivîsên girtiyan ên ku bi mehan, heta bi salan hatine nivîsandin. Li ser navê lêgerînê bi awayekî kêfî dest datînin ser nivîsên me."
Girtiyê ji doza PKK'ê Hamît Aydin jî di nameya xwe de diyar kir ku ew tevî 180 girtiyan bi awayekî ku wan birevînin, ji Girtîgeha Mêrdînê ya Tîpa E'yê sirgûnî Girtîgeha Alîagayê ya Tîpa T ya Hejmara 4 kirine. Aydin, anî ziman ku sirgûnbûn dê ji hêla pêvajoya darizandina wan de zehmetiyan derxîne holê û wiha got: " Ji roja ku me anîn vir heta niha tu têkiliya me bi hevalên me tune ye. Em nikarin bi hevalên xwe yên li odeyên din dimînin hevdîtin pêk bînin. Hemû tişt bi gotina 'qedexe ye' tê astengkirin."
DÎHA/ENQERE