Malbat û girtiyan ji hev qutdikin
Rêveberê ÎHD’ê Şaxê Mêrdînê Prz. Huseyîn Cangîr diyar kir ku di meha dawî de weke polîtîkayeke dewletê ji girtîgehên Mêrdîn, Sêrt û Êlihê bi dehan girtî hatine sirgûnkirin û got, Bi sirgûnan re hatiye xwestin, têkiliya girtiyan bi malbatan re bê birîn, bi zexta manewî re bê kesayet bên hiştin û têkiliya wan a bi civakê re were qutkirin.”
‘Amadekariyên nû dikin’
Cangîr anî ziman ku piraniya malbatên zarokên wan hatine sirgûnkirin xwedî derfetên madî yên çûyîna serdanê nînin û axaftina xwe wiha dewam kir: “Armanceke din a sirgûnan jî ev e. Girtî li girtîgehên lê hatine sirgûnkirin, li dijî hemû binpêkirinên mafan ji alîkariya civakê, malbat û parêzeran bêpar tên hiştin. Sirgûn hem ji bo malbatan hem jî ji bo girtiyan rê li ber trajediya mirovahiyê vedikin.”Cîhangîr got, “Kengî li girtîgehên li Kurdistanê sirgûnek bê jiyîn, piştî wê operasyoneke berfireh a girtinê pêk tê. Sirgûnên dawî rê li ber fikaran vekir, gelo amadekariya operasyoneke nû tê kirin.”
‘Poşmanî li girtîyan tê ferzkirin’
Alîkarê Serokê TUHAD-DER Şaxê Mêrdînê Orhan Ablak jî da zanîn ku girtiyên nexweş jî hatine sirgûnkirin û ev yek pêkanînek li derveyî hiqûqê ye. Ablak got, “Orhan Çetedîr ê hestiyê çenga wî nîne û bi şilavî xwarinê dixwe û endamê Koma Aştiyê Huseyîn Îpek ê ji ber felca rû li laşê wî belav bû û tevî ku rapora ‘nikare rêwîstiyê bike’ jê re hatiye dayîn jî, bi sedan kîlometre tên rêkirin û bi vî rengî pêşî li mirinê vedikin.” Orhan Ablak diyar kir ku ji bo girtiyên ku di zext û ferza poşmaniya li wan hat ferzkirin qebûl nekirin, bi van sirgûnan re xwestin serî li wan bitewînin û teslîm bigirin.”
SEDAT SÛR/DÎHA/MÊRDÎN