Lê piştî hin rojnameger serbest hatin berdan hêjmar daket 76'an. Berdevkê Platforma Şewirmendiya Rojnamegerên Girtî (TGDP) Necati Abay, diyar kir ku Tirkiye ji aliyê rojnamegerên girtî ve di rêza ewil de ye û ev rewş ji bo Tirkiyeyê dilêşîye. Abay, anî ziman ku dixwatin pîşe û karê rojnamegeran ji destê wan bigirin û bi vê yekê azadiya wan ji destê wan bigirin. Abay, anî ziman ku girtina rojnamegeran wan dixin nava fikaran û bi vê yekê nikarin bêjin azadiya çapameniyê. Abay, xwest ji bo azadiya raman û çapemeniyê pêk bê divê berî her tiştî zagona TMK'ê bê rakirin. Abay, da zanîn ku sala par 60 rojnameger girtî bûn û îsal tenê di 20'ê Kanûna 2011'an de di bin navê doza "KCK"ê de 35 rojnameger hatin girtin. Abay, bang li her kesî kir û xwest di 10'ê Îlonê de li Edliyeya Çaglayanê tev li rûnişitna rojnamgerên Kurd bibin.
DÎHA/STENBOL