Girtiyên jin, ji bo balê bikşîne ser pirsgirên xwe name ji şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê re şandin û diyar kirin ku mafê wan tê binpêkirin û li gel hebû serlêdan û daxwaznameyan daxwazên wan nayên bersîvandin. Girtiyên jin, anî ziman ku, li ser wan tundiya derûnî heye û hevdîtinên wan yên bi xizmên wan re hatine qutkirin. Girtiyan, bilêv kir ku ew neçarin xwarin û pêwistiyên xwe ji kantînê bistînin û rayedarên gitîgehê jî alavên kantînê gelek biha difroşe wan. Girtiyan, daxuyand ku pêdiviyên wekî destmal, şimik, toka, lifik, sabûn û amûrên wekî din bi hinceta li kantînê heye ji derve nagirin hundir û neçar dimînin ku ji kantînê bistînin. Jinan, daxuyandin ku nikarin daxwazên xwe ji derve temîn bikin û ji aliyê girtîgehê ve tê astengkirin.
Bi taybetî fîşar li ser Kurdan zêde ye
Girtiyan, da zanîn ku li dijî girtiyên Kurd yên edlî jî êrîşên fîzîkî û derûnî zêde bûye û wiha axivî: "Mafê me yê sporê û teşakirina fîlm bi hinceta li odeyên din hevdîtin heye tê astengkirin. Berê di nava xwarinê de kevir hebûn, niha jî di nava xwarinê de ben derdikevin. Her wiha em neçar dimînin ku taştê ji kantînê bistînin. Li aliyê din mehê 80-90 mîlyon heqê ceyranê me re tê. Dîsa li gel ku me gelek caran serî li rayedaran dan jî, dîsa hundirê odeyan îlaç nake û li hundirê odeyan mişk, kêzik û gelek zindiyên din li hundir tolazan didin xwe. Hevalên me yên nexweş nayên dermankirin. Hevalên me nikarin di navbera odeyan de hevdîtinê pêk bînin Em bang li saziyên mafên mirovan dikin ku li hemberî vê yekê bêdeng nemînin."
EDENE