Ev cezayê darvekirinê ji aliyê Dadgeha Bilind ve jî hate erêkirin.
Yek ji endamên malbata Axkendî ragihand ku wana piştî cara yekemîn birîna cezayê darvekirinê, wana ji bo îtirazê serî li Dadgeha Bilind a Tehranê daye û got; “Lê Dîwana Dadgeha Bilind bê ku tu biryarek bide, îtîraza me ji Dadgeha Pêdeçûnê ya Sineyê re şandiye.”
Bi vî awayî careke din cezayê darvekirinê li girtiyê Kurd ê siyasî Reşîd Axkendî hat birîn. Malbata Axkendî bang li hemû parêzvanên mafê mirovan, sazî û rêxistinên mafê mirovan û gelê Kurd kir ku li hemberî cezayê darvekirinê rabin û ji bo ceza nekeve meriyetê têbikoşin.



18 girtiyên siyasî di bin gefa darvekirinê de ne

Li aliyê din, 18 girtiyên siyasî yên Kurd jî, di bin gefa darvekirinê de ne ku navê wan ev in: Zeyneb Celaliyan, Şêrko Mearifî, Hebîbûlla Letîfî, Samî Husênî, Cemal Mihemedî, Rustem Erkiya, Mistefa Selîmî, Enwer Rostemî, Îrec Mihemedî, Mihemed Emîn Agûşî, Ehmed Pûladxanî, Hesen Tale’î, Ezîz Mihemedizade, Hebibulla Gulperîpûr, Ebdûlah Sirurî, Reşîd Axkendî, Loqman Muradi ve Zanyar Muradi.




9 girtiyên siyasî yên Kurd hatin bidarvekirin

Piştî Huseyin Xizrî, girtiyê Kurd ê bi navê Ferhad Tarim yê ji PDK-Îran Ferhad Tarim jî roja 27’ê Çile li girtîgeha Urmiyeyê hat bidarvekirin. Li gel Tarim û Xizrî ji sala 2007’an û vir ve hejmara girtiyên Kurd ên siyasî ku ji aliyê rejîma Îranê ve hate îdamkirin gihişt 9’an. Hasan Hîkmet Demîr di sala 2007’an de yekemîn milîtanê PJAK’ê yê hatibû îdamkirin e, di 11.11.2009’an de Îhsan Fetahiyan, di 6’ê Berfanbara 2010’an de Fesîh Yasemînî, roja 9’ê Gulana 2010’an jî mamosteyên Kurd Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan û Şîrîn Elem Hûlû hat îdamkirin.

SEQIZ