
Li navçeya Giyadînê ya Agiriyê piştî şevê din li hemberî Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê êrîşê pêk hat tîmên taybet li navenda navçeyê teror pêk hatîn û welatî gulebaran kirin. Hemû kargeh û malên li hemberî fermandariya cendermeyan hatin gulebarankirin. Li taxa Ataturkê du zarokên bi navê Orhan Aslan (16) û Emrahm Aydemîr (15) ên di firina nan de dixebitîn dema ji bo firinê daran bînin çûn depoyê ji aliyê tîmên taybet ve hatin gulebarankirin û hatin qetilkirin. Zarokên rastî gulebarana tîmên taybet hatin li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan.
Bi panzerê di erdî re rakêşandin
Li taxa Murat jî serê sibê li nava malên xirabûyî de cenazeyê zilamekî hat dîtin. Şahidên bûyerê gotin ev kes piştî hat înfazkirin bi panzerê ve hat girêdanî û di erdê re rakêşandin û anîn vir. Li cihê bûyerê şopa rakêşandinê û xwînê hat dîtin. Malbatên agahiya înfaza zarokên xwe girtin çûn Midûriyeta Polîsan a Navçeyê û agahiya cenaze birine Saziya Tipa Edlî ya Erziromê girtin.
Piştî înfazê serdagirtina malan
Tîmên taybet piştî zarok înfaz kirin bi ser malên li ser kargehê de girtin û hemû kesên li malan darp kirin û îşkence li wan kirin. Piştî îşkenceyê Fevzî Kahraman (50), Aytekîn Kahraman (45), Mehmet Kahraman û Harun Kahraman hatin binçavkirin.
Esnafan dikan venekirin
Li navçeyê hemû esnafan dikanên xwe venekirin û li navçeyê rageşî didome. Gel li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê kom dibin û tîmên taybet ji ber ku bi wesayîtên zirxî digerin rageşî hêj bêtir zêde dibe.
Waliyê sivîl weke PKK’î nîşandan
Li navçeya Giyadînê ya Agiriyê tîmên taybet zarokên bi navê Orhan Aslan (16) û Emrah Aydemîr (15) ên di firina nan de dixebitîn û welatiyekî di nê navê wî nehat zanîn înfaz kirin. Piştî qetilkirinê Waliyê Agiriyê daxuyanî da û di daxuyaniya walîtiyê wisa ye: „Di 12’ê tebaxa 2015’an de seat di 21.00’an de endamên PKK’ê bi roketan û çekan êrîş li hemberî Fermandariya Cendirmeyan a navçeya Giyadînê kirin. Hêzên me di heman demê de bersiv dan û ji bo terorîstên revîn bigirin dest bi operasyonê kirin û di operasyonê de 3 terorîst bi mirî bi çekan re hatin dest xistin.“
Taşdemîr: Ya li Giyadînê hat kirin înfaz e
Parlamentera HDP’ê ya Agirî Dirayet Taşdemîr a li Giyandî ku 2 jê zarok 3 kes hatin qetilkirin lêkolîn kir got, „Ev yek bi awayekî vekirî înfaz e. Li cihê bûyerê şopeke şer nîne. 5 kesên bûn şahidê înfazê hatin binçavkirin. Hewl tê dayîn ser înfazê bê nixumandin.“
Taşdemîr anî ziman ku du zarokên hatin qetilkirin li firinê dixebitîn û got, „Du zarok bi awayekî gelekî vekirî hatin înfazkirin. Dema êzingan dibin firinê, dibînin ku du maşînên zirxî derbas dibin û xwe vedişêrin. Cihê xwe lê vedişêrin jî cihekî biçûk e û bi cam e. Ez li cihê bûyerê me, ti şopeke şer li vir nîne, şopa fîşekan nîne. Ti delîl û nîşaneyeke şer nîne. Bi kurtasî, li cihê bûyerê şopa şer nîne. Xwediyê firinê diyar kir ku zarok li firinê dixebitîn, şêniyên taxê jî zarokan nas dikin. Şahidên bûyerê gotin ku piştî zarok hatin kuştin, tîmên taybet hewl dan kincê gerîla li wan bikin. Bêyî ku agahiyê bidin malbatên wan cenaze birin Erzîromê. Her wiha 5 kesên şahidî ji bûyerê re kirin, li Midûriyeta Emniyetê ya Giyadînê tên ragirtin. Li holê înfaz heye û hewl tê dayîn ser vê înfazê bê nixumandin.“
AGIRÎ