Dayikên Şemiyê çalakiya xwe ya her hefte li Qada Galatasarayê li dar xistin vê hefteyê ji bi pankarta "Kiryar diyar in winda li ku ne" li dar xistin. Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteay 345'emîn de wekî her hefteyan wêneyên windayan hilgirtin. Dayîka Murat Yildiz ê ku di 1995'an de hate windakirin Hanîfe Yildiz axivî û diyar kir ku ew wekî dayîk bi salanin adaletê dixwazin û lê her tim binçavkirin nîşanî wan dane. Yildiz, anî ziman ku her çiqas wan daxwaza gorên windayan kir ew şandin goran û wiha got: "We birînên xwe derman dikin. Birîmên me jî xweê dikin. Xwarinên em di cejnan de dixwin di qirika me de dimînin. Malbatên leşkeran dengê xwe dernaxin. Bi mehan e yên digirin birînên xwe derman dikin. Ev 16 sal in êş di dilê min de ye. Dilê me bi êş e û çavê me li rê ye." Piştre birayê Cemîl Kirbayir Mîkaîl Kirbayir tiştên jiyîn vegotin.


 DÎHA/STENBOL