
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, di civîna Koma BDP'ê ya li Meclîsê de li ser mijara hevdîtinên bi Ocalan re axivî. Demîrtaş diyar kir ku 30 salin şer, xwîn û hêsir heye û ev pirsgirêkek dîrokî û mezin e û anî ziman ku divê her kes vê mijarê samîmî û rast niqaş bike û parve bike.
Demîrtaş destnîşan kir ku yekem car heyetek fermî bi Ocalan re aşkere hevditin pêk bîne ev ji bo wan girîng e û wiha got: "Ev hewldanek pir deng û girîng e. Piştî 14 salan ev hevdîtin ji bo me bi qîmet e. Bi salan e ji bo vê yekê me bedelên mezin û zêde dan. Me her tim ji bo vê yekê rastî cop, keviran hatin û em hatin girtin. Lê ji ber ku me bawer kir ku em rast bimeşin me gav paşve navêt... Ev gavek rast e. Erênî ye. Kî çi dibêje bila bibêje. Em bawer dikin ku rêya aştiyê bi van gavan dê pêk bê. Divê êdî kes xwe li pişt derewa "Gel naxwaze, civak naxwaze, rêxistin naxwaze" veneşêre."
Pêwîst e baş were nirxandin
Demîrtaş daxuyaniyên qunçiknivîsan jî nirxand û diyar kir ku tiştê nebûne wekî pêk hatiye nîşan didin, bêtir hiş û meşiyan tevlihev dikin û aloziyê zêde dikin. Demîrtaş da zanîn ku ew bi xwe ev berê plan nekirine û weha got: "Ev pêvajoya AKP'ê ku bi Birêz Ocalan dest pê kiriye. Piştî ku hevalên me yên parlamanter çûn Îmraliyê ji pêvajoê agahdar bûn... Hîj ev pêvajoya muzakereyan dest pê nekiriye. Ji bo ku muzakere dest pê bikin, girêdayî hewldan, sekn û pratika hikûmat AKP'ê ye. Heta niha aliyê tevgerê, Birêz Ocalan û gelê me kar û peyvira xwe bi cih anî. Niha dor a hikûmetê ye. Divê berî her tiştî KCK, partiya me û saziyên sivîl ên civakî jî tev li vê pêvajoya muzakeryan bibin. Heta ku ev gav neyên avêtin em na bêjin muzakereyan dest pê kiriye."
Divê hikûmet ji dil tevbigere
Demîrtaş helwesta hikûmetê jî rexne kir û anî ziman ku sekna hikûmetê baweriyê dişkîne. Demîrtaş bendewariyên xwe weha anî ziman: "Ev sekna hikûmetê baweriyê dişkîne. Ger ku hikûmet divê pêvajoyê de ciddî be, divê li ziman, daxuyanî û helwesta xwe baldar be. Ger ku li aliyekî orerasyonên siyasî û leşkerî bidomin, bila kes kesî newestîne û ev ne pêkan e. Divê berî her tiştî li hemberî vê pirsgirêka ciddî, ciddî nêzîk bibin. Li aliyekî hevdîtin, li aliyê din operasyon nabe. Ger ku hûn dê li hundir bêjin 'em ne ji bo teslîmiyetê hatine" û li derve bêjin me perçe kirin û me tune kirin wê demê bila hiş û mejiyan tevlihev nekin."
´Sîstema Îmraliyê rakin´
Demîrtaş xwest hikûmet gavên pratîk bavêje û ji bo vê yekê jî divê berî her tiştî pergala Îmraliyê ji holê rakin û divê gavên din ji li gorî vê pêvajoyê bin û nakokî tune bin. Demîrtaş di vê mijarê de weha axivî: "Niha aliyekî muzakere, di nava qada azadî û serbestiyê de ye. Aliyê din jî di gravek dorpêçî de di bin tecrîda giran de ij her tiştî dûr pêk nayê. Divê berî her tiştî şert û mercên herdu aliyan ên fîzîkî, siyasî û aliyên din wekhev bin. Divê gava ewil şert û mercên Birêz Ocalan bên başkirin. Divê dîsa heyetên sivîl, partiyên din û saziyên din karibin biçin Îmraliyê. Rêbaza herî baş divê rêya çûn û hatinê bê vekirin û qanala ku Birêz Ocalan karibe bi hêsanî û raste rast karibe bi gel re temas bike bê vekirin."
Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş xwest hukûmet di vê pevajoyê de tu tiştî veneşêre û her tiştî bi her kesî re parve bike û her kesî tevlî vê pêvajoyê bike.
Tevgereke li gorî aştiyê
Demîrtaş destnîşan kir ku ji bo ev pêvajo bi tenduristî pêş bikeve divê her tişt li gorî heqîqet û heqaniyetê pêş bikeve û her kes li gorî rêgezên aştiyê gavan biavêje. Demîrtaş ji medyayê jî xwest ku piştiriyê bide heq û rastiyê û êdî sansurê ji ser partiya wan rake. Demîrtaş xwest hikûmet û Serokwezîr durist tevbigere.
Demîrtaş bang li malbatên ku zarokên xwe di şer de wenda kirine jî kir û wiha axivî: "Em ji hemû malbatan sebirê dixwazin. Em dizanin ku êşa zarokan êşa herî mezin e. Ên ev êş dîtine dizane. Xwedê neyne serê tu kesên din. Di vê pêvajoyê de piştgiriya herî mezin ya malbatên şehîdan e. Ji bo ku dayik û bavên din vê êşê nejîn divê ew jî tev li vê pêvajoyê bibin. Ev tevlêbûn dê hewldana herî pîroz be. Wê deriyê hemû aştiyê veke.. Em jî ji bo ku aştî, aramî, wekhevî û edalet bi ser bikeve çi têkeve ser milê me, em dê bikin. Em bang li Serokwezîr Erdogan jî dikin û dixwazin ku êdî civan nede xwe û li pişt gotinên xwe raweste û muzakereyek ciddî bide destpêkirin û nereve."
ENQERE