PERVÎN YERLÎKAYA / STUTTGART
Doh rojeke taybet bû, lewma li bajarê Elmanyayê Stuttgartê yek jê jin dadgehkirina 7 Kurdan dest pê kir. Ev dadgehkirin li gorî Xala Qanûna Ceza ya129b tê kirin ku kesên ketine ber taqîbê bi endametiya rêxistineke terorê ya biyanî tên gunehbarkirin. Di rûniştinên doh de tenê îdîanameyên dozgeriyê hatin xwendin. Doz hemû bi gunehbarkirina endametiya PKK´ê tên kirin û li Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Stuttgartê çêdibin. Di yekê ji dozan de parêzera dozê, doza reda hakim kir, ji ber ku hakim ne serbixwe tevgeriyaye.
Sûc qanûna îqametê û doz endametiya PKK´ê
Kesên tên dadgehkirin, ji 21´ê Hezîrana 2018´an ve girtî ne. Her du dozên pêşî wê li Daireya 8´an a dadgehê bi serokatiya serhakim, Dr. Claus Belling bi rê ve biçin.
Di doza yekê de Şemsettin B. yê 53 salî tê dadgehkirin. Ew tê gnehbarkirin ku berpirsê PKK´ê yê Heilbronnê be, û meşên alîgirê Kurdan organîze kiribe. Ev tohmet jî nîşan didin ku dozger ji xwe re sûc îacad kirine. Dîsa li gorî îdîanameyê, wî qanûna îqametê 131 caran binpê kiriye. Tevî ku ti elaqeya sûcê binpêkirina qanûna îqametê û tohmeta endametiya PKK´ê bi h re nîne, dozger ew xistine zikhev. Rûniştina bê 18´ê Nîsanê (sibe), ya piştre 2´yê Gulanê û paşê jî her sêşem û pêncşemê li gorî seyra dadgehkirinê wê pêk werin.
Bi xwepêşandan û Newrozan gunehbar kirin
Di doza diduyê de Salih K. yê 62 salî tê dadgehkirin. Heyeta vê dozê û ya doza yekê, eynî ne. Îdîaname ji aliyê serdozgerê destûrê ye. Salih K. bi berpirsiyartiya PKK´ê ya devera Freiburgê tê tohmetbarkirin. Komkirina bêşê û organîzekirina çalakiyên ku tesîrê li raya giştî dikin, di nava tohmetbariyên serdozgeriyê de ne; heta festîvala Newrozê ya sala 2017´an a li Frankfurtê jî yek ji tohmetan e. Mirov bivênevê ji xwe dipirse, ma organîzekirina xwepêşandanan û Newrozê sûc e?
Li dijî rûmeta mirovan
Rûniştina doh ji ber ku 5 tohmetbar, parêzer û beşdarên rûniştinê ji hev bi caman hatibûn qutkirin, parêzerên tohmetbaran demeke dirêj ev rewş protesto kir. Ji heyeta dadgehê hat xwestin ku dev ji vê kirina rûmet şikên berde. Heta saeta nûçeya me hat amadekirin, hîna parêzeran nerazîbûna xwe îfade dikir û rûniştin pêk nehatibû.
Rûniştina 2´yê ya vê dozê 17´ê Nisanê (îro) ya piştre 6´ê Gulanê wê pêk werin. Paşê jî her duşem û çarşem rûniştina dozê heger li gorî seyra dadgehkirinê lazim bibe, wê hebe.
Serokê heyeta dadgehê ya doza 3´yan Dr. Hartmut Schnelle ye û tê de 5 kes tên dadgehkirin. Veysel S. yê 37 salî, bi endametiya PKK´ê tên tohmetbarkirin. Agit K. yê 25 salî, Cihan A. yê 37 salî, Evrim A. ya 34 salî û Ozkan T. yê 32 salî jî bi heman tohmetan ketine ber vê dozê. Ji van 5 kesan bi tenê Cihan A. bi awayekî ne girtî be tê dadgehkirin. Piştî 8´ê Gulanê hefteyê 2 ta 3 rojan wê rûniştinên dozê pêk bên.
Hakim red kirin
Piştî rûniştina dozê, em bi prêzera doza li dijî Şemsettin B., Elke Nill re peyivîn. Nill got, “Rojeke kin bû, tenê îdîaname hat xwendin. Beriya wê min îtîrazî hakimê ku serokê heyeta dadgehê bû, kir. Ji ber ku, wî beriya bi hefteyekê hîna nû nivîsek gihand me ku pê ji Wezareta Edaletê ya Federal diwaze ku ji bo lêpirsîneke ceza ya lê zêdekirî ya ferdî destûr bê dayîn, pirsiye ka şert û mercên destûreke wisa heye yan na. Ev binpêkirina serxwebûna hakim e. Jixwe, amadekirina îdîaname û daxwaza destûra lêpirsîneke ceza ya li dijî şexsekî jî tenê û bi temamî wezîfeya daozger e. Ji bo serokê heyeta dadgehê em doza reda hakim kir. Em li benda bersiva wezaretê ne.