Balafirên şer ên rejîm û Rûsyayê bejahiyên Idlib û Helebê bombebaran dikin. Li aliyekî din jî artêşa Tirk a dagirker nuqteyên hêzên rejîmê yên li Nêrebê topbaran kirin.
Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku balafirên şer ên rejîmê û Rûsyayê doh destê sibê herêmên cuda yên li Cebel El-Zawiyê yê li başûrê Idlibê bombebaran kirin.
Herêmên Kefir Nibul, Hezarîn, Besqila, Til Nar, Kefir Secna, Kensefra û Ehsem hatin bombebarankirin. Her wiha hêzên rejîmê herêmên li bejahiyên rojavayê Helebê jî topbaran kirin.
SOHR’ê diyar kir ku hêzên dewleta Tirk ên li derdora Seraqibê bi cih bûne, nuqteyên rejîmê yên li Nêrebê yê rojhilatê Idlibê bi topan kirin hedef. Li aliyekî din jî di navbera komên çete û hêzên rejîmê de şerê dijwar li derdora Til Nar, Kefir Secne û Şêx Damis ên başûrê Idlibê rû da.
Tevî hewldanên diyalogê di navbera dewleta Tirk û Rûsyayê de jî şerê diqewime difikirîne, gelo şer di çarçoveya peymanan de dimeşe yan jî heye ku şer derkeve derveyî peyman.
Ji ber ku Rejîma Sûriyeyê ku bi piştgiriya Rûsyayê operasyonên xwe didomîne, hewl dide ku Rêya Bejahî ya M4’an bike bin kontrola xwe. Ev jî nîşan dide ku heta niha şer li gorê lihevkirina Soçiyê dimeşe.
NAVENDA NÛÇEYAN