Kurdistaniyên li bajarê Goteborgê Swêdê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan doh li navenda bajêr meşiyan.
Li pêşiya meşê pankarta bi nivîsa "Di salvegera 18. de em komploya li dijî Ocalan şermezar dikin" hat hilgirtin û dirûşmên "Hûn nikarin roja me tarî bikin", "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re" û "Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime" hatin gotin. Bi sedan kesên li Brunnparken a li navenda bajêr civiyayî, li vê meydanê jî ji bo azadiya Ocalan dirûşme gotin û dewleta Tirk protesto kirin.
Ji Tevgera Jinên Kurd, Kanî Berzangî û rêveberên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li Goteborgê, li vir axivîn. Qisekeran diyar kir ku di şexsê Ocalan de hewl hat dayîn ku vîna gelê Kurd teslîm bê girtin û gotin, bi taktîk û stratejiya Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurd re pêşî li vê komployê hatiye giritn. Qisekeran ji bo azadiya Ocalan banga xurtkirina berxwedanê kir.
Çalakî li ser banga PJAK'ê, bi piştgiriya NCDK li Swêdê, Komîteya Rojava û komeleyên jinên Kurd ên li Goteborgê hate lidarxistin.
GOTEBORG