Bipêşketina şervanan di çarçoveya Operasyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla de, di meha 3’yemîn de, didome. Bi vî rengî şervanên meclîsê piştî şerê dijwar ê li dijî çeteyan, bi qasî 600 metroyî ketin taxa El-Şêx Eqîl a li başûrrojavayê Minbicê. Di şer de 20 çete hatin kuştin. Bipêşketina şervanan didome.
Li aliyê din li taxa El-Ezir jî di navbera Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyan de şer didome. Şervan li vir jî bi pêş ve diçin.
Cib el-Neşama hat rizgarkirin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Gundê Cib El-Neşame yê li başûrê Minbicê, doh berê sibê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kir.
Pêr êvarê saet di 19.30 de, di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Mibicê û çeteyên DAIŞ'ê de li gundê Cib El-Neşame yê li başûrê Minbicê, şer qewimî. Şerê li vê derê heta ber destê sibehê dewam kir û di encamê de gund ji çeteyan hat rizgarkirin. Şervanan li gund dest bi karê lêgerîn û paqijkirinê kir.
Di şerê pêr bi şev heta doh berê sibehê de 23 çete hatibûn kuştin. Her wiha wesayîteke bombebarkirî ya çeteyan beriya ku bigihêje hedefa xwe, hatibû rûxandin.
Jinên êdî bîhna xwe vedidin
Jinên Minbicê ku ji çeteyên DAIŞꞌê hatine rizgarkirin, bîhna xwe vedidin û xwe ewle hîs dikin.
Van herdu rojên dawiyê, şervanan nêzî 5 hezar sivîlî (piraniya wan jin û zarok) ji rê û çerxerêya El-Cezîra û pira El-Bîzar, taxa El-Mistewsef, daketina taxa El-Niêmî ên rojhilatî bajêr, rizgar kirin.
Jinên ku hatine rizgarkirin diyar kirin ku ew ji mirin, tîn û birçîna reviyane. Jinan got, çeteyan malên wan bombe kirine û dane zanîn ku dema bi alîkariya şervanan hewl didan ji taxê derkevin, çeteyan gule li wan reşandine.
Jinan got, çete malan dişewitînin û her ku derbasî malekê dibin, hundir gulebaran dikin. Jinan da zanîn ku ji ber ku ciwan tevlîbûna nava refên wan red dikin, ew bi van kiryarên xwe bersiva wan didin.
Piştî ku jinên Minbicê bi alîkariya şervanan hatine rizgarkirin, kêfxweşiya xwe anîne ziman û gotin, êdî dikarin bîhna xwe vedin û xwe di rewşeke ewle de hîs dikin.
MINBIC