Ji rêveberên Tevgera Çand û Huner a Demokratîk a bajarê Til Temirê Mîran Kobanê diyar kir ku ew bi xebatên xwe yên çandî hêman û prensîpên jiyana hevbeş didin rûniştandin.
Li gorî Mîran, ev pêngava ku TEV-ÇAND’ê destpê kiriye wê giraniyê bide çanda gelên herêmê û girêdayî vê mijarê weha peyivî: “Her pêkhateyek ji bo wê dê komek were avakirin. Çandên resen ên gelan ji aliyê sîstema El-Baas ve hatine bişaftin. Ji ber vê yekê divê her kesek bi çanda xwe ve girêdayî be”.
Pêngava avakirina komên hunerî li gundan wê destpêka meha Tebaxê li gundên li ser xeta Serêkaniyê-Til Temir destpê bike û piştre derbasî xeta Til Temir-Hesekê û Til Temir-Qamişlo bibe.
ANHA/TIL TEMIR