Piştî 25 salan cara duyemîn hat gundê xwe
Şarik Apo tevlî gundiyên xwe di sala 1991’ê de ji gundên xwe tên derxistin û gund tê şewitandin. Piştî vê bûyerê Şarik Apo 21 salan li Ewrûpa di sirguniyê de dimîne û di newroza 2014’an de tê û li Newroza Çewlîgê derdikeve pêşberî gel. Herî dawî di meha Hezîranê de tê Çewlîgê lê nikare fersenda çûna gundê wî nabe. Bi anîna cenazeye wî piştî 25 salên li sirguniyê cara duyemîn hate gundê xwe.Li bin darên şewitandî hate definkirin
Cenazeyê Şarik Apo piştî konvoya wesayitan gihaşt gund, ji ambulansê hate wergirtin. Li pişta gund ji bo Şarik Apo nimêja cenaze hate kirin û piştre darbesta wî li ser milan bi bêdengî ber bi goristanê ve hate birin. Cenaze li bin darekî mazî ya ku tevlî hezaran darên daristana gund ji aliyê leşkeran ve hatiye şewitandin hate veşartin. Piştî dia û xwendina telqînê xwarin hat dayîn. Girseya ku ji bo cenaze hatibun derbasî cihê şînê bûn.
Şîna Hunermend Şarik Apo dê li Mala Şînê ya Mizgefta Karşiyaka ya li taxa Karşiyaka were qebulkirin.
ÇEWLÎG