Mihrîcan ji aliyê Ciwanên Azad ve tê organîzekirin, wê di 7-8'ê Hezîranê de li Navendên Sporê yên Westfalen-Helfe yên li bajarê Hagenê were lidarxistin. Li navendên sporê yên ji 2 qadên futbolê, 6 salonên sporê yên sergirtî, parka zarokan, 2 otoparkê wê ciwan di pêşbikrên Kick-Boks, Voleybol, Futbol, Tenîsa Maseyê, Kişik, Maraton û Wêne de têbikoşin.  Di beşa çandê ya mihrîcanê de Çetîn Oraner, Sosin, Denîz Deman, Agirî, Cengîz Bêrtî, Welat, Dengê Xwezayê, Koma Rizgar, Koma Dengê Çiya derketin ser dikê. Di mihrîcanê de her wiha wê pêşbirkek stranbêjiyê jî hebe. Li aliyê din komên govendê yên ji gelek herêmên Almanyayê wê li mihrîcanê performansekê nîşan bidin.

HAGEN