Di daxuyaniyê hat ragihandin ku di ser komkujiya Parîsê re 6 meh derbas bûne û bêdengiya Fransayê ya li ser komkujiyê hat şermrezarkirin. Jinan dan xuyakirin ku eşkerenekirina vê komkujiya di destpêka pêvajoya “çareseriyê” de pêk hat, rê li ber komkujiyên nû vedike. Jinan banga ronîkirina komkujiyê li dewleta Fransayê kirin û xwestin, PKK ji lîsteya “rêxistinên terorê” ya Yekitiya Ewropayê were derxistin, siyasetmedarê Kurd Adem Ûzûn û hemû siyasetmedarên girtî serbest bê berdan, dawî li zextên li dijî sazî û komeleyên Kurd were zanîn û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe. Di çalakiyê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî, gelek îmze hatin berhevkirin.
Heyetek ji jinan, beriya çalakiyê bi nûnerên Serkonsolosiya Fransayê re hevdîtin kir. Di vê hevdîtinê de jî hat xwestin ku kujerên komkujiyê tavilê bên eşkerekirin.
HAMBURG