MEHMET ZAHÎT EKÎNCÎ / HAMBÛRG
Li Hambûrgê bi navê “Yekîtiya jinan wê rê li ber azadiyê veke” panelek hate lidarxistin. Panela ku ji aliyê Meclîsa Jinê ya Rojbîn ve hate organîzekirin êvara Yekşemê li zanîngeha Hambûrgê pêk hat.
Nûnerên jinên Kurd, Suryanî û Ereb ên ji Rojava, weke qiseker beşdarî panelê bûn.
Di panelê de nivîskar Anja Flach moderatorî kir.
Avîn Sewaîd li ser navê Kongreya Star axivî û destnîşan kir ku Şoreşa Rojava bi keda jinê tê hûnan.
Sewaîd wiha pê daket: “Rêberê me dibêje ‘Heta jin azad nebin, civak azad nabin’. Em bi vê felsefeya rêberê xwe dixebitin. Bêguman tecrûbeyeke 40 salî heye. Bi vê şoreşê re jin di warê eskerî, parastin, aborî, edalet, perwerdeyê de bûn xwedî biryar. Biryarên têkildarî jinan ji aliyê jinan bi xwe ve tên dayin.”
Mêr dîsa jî pirsgirêk e
Sewaîd da xuyakirin ku sîstema hevserokatiyê hîna bi temamî bi cih nehatiye û got, “Di vî warî de hîna pirsgirêk hene. Mêr hîna jî hevseroka jin weke alîkara xwe dibîne. Hîna hin mêr hene ku mohra hevserokatiyê weke ‘Mohra Silêman’ xistine bêrîka xwe. Jin jî gelek caran bi xwe re nabînin ku li ber vê yekê rabin.”
Sewaîd bi dewamî got, “Destpêkê dibe ku me zor û zehmetî kişandibin, lê em gelekî bi pêş ve çûn. Ji meclîsan heta jiyana rojane em xwe li her cihî bi rêxistin dikin. Bêguman kêmasî gelek in. Gelek pirsgirêkên mirovên piştî dagirkirina Efrînê çûn Şehbayê hene. Zarok nikarin perwerde bibin. Divê em teqez alîkariyê bidin mirovên xwe yên li Şehbayê.”
Sîleh ji bo xweparastinê
Nûnera jinên Suryanî, Nazîra Goreya jî got, “Dema ku DAIŞ’ê êriş kir, çi hat bi serê hindikahiyên din, heman tişt hat bi serê me de jî. Li dijî metirsiyê, me tevî jinên Kurd xwe parast û têkoşîneke hevpar kir. Çarenûsa hemû mirovên li wê derê bi hev ve girêdayî ye. Tevî ku em qet hez ji çekê nakin jî ji bo em neyên kuştin û destavêtin li me neyê kirin, me rahişt çekê. Bêguman em dixwazin li warekî demokratîk bi awayekî bêtirs bijîn.”
Qisekera dawî ya panelê, jina Ereb a bi navê Xewla Alîşa Alhammûd bû. Alhammûd a ji Reqayê, got, “DAIŞ‘ê hemû mafên me ji me stendin û em li malê kirin hepsî. 5 salan jiyaneke mîna ya koleyan li ser me ferz kir. Pirraniya me weke hevsera duyemîn û sêyemîn ji xwe re birin. Bi her şêweyî êşkence li me kirin. Yên ku li ber rabûn jî kuştin. Piştî ku me fêhm kir ev zordarî nabe ku wiha dewam bike, me xwe bi rengekî veşartî bi rêxistin kir. Piştî ku Reqa ji aliyê YPG/YPJ’ê ve hate rizgarkirin, me dît ku em ji nû ve afirîne. Gelek mirovan çarşefa reş çirand û daketin meydanan. Em deyndarê şervanên Kurd in.”