Li Hamburgê li ser Şoreşa Rojava panelek hate lidarxistin û hate gotin, xewn û xeyalên şoreşgerên dinyayê, li Rojava pêk hatine.
Bi navê “Li Rojava şer yan jî aştî” li Hamburgê panelek hate lidarxistin. Panel li Şaredariya Altonayê pêk hat û ji aliyê Komîteya Dostaniyê ya Kurd-Elman û Civaka Azad a Hamburgê ve hate lidarxistin.
Qisekerên panelê Parlamenterê berê yê HDP’ê Hasîp Kaplan, Parlamentera Partiya Çep Cansû Ozdemîr û Prof. Peter Ott bûn. Di panelê de ku ji aliyê Robert Jarowoy ve hate birêvebirin, Kaplan got, “Hikûmeta AKP’ê bi hiqûqa dijminatiyê nêzî Kurdan dibe. Li pişt tecrîdê ev heye.” Kaplan got, AKP berpirsyar e ji mirina mirovan.
Belgefilma Şoreşa Rojava
Ozdemîr jî anî ziman ku ji Hamburgê 76 kes tevlî nav refên DAIŞ’ê bûne, wan kesan sûcê şer kiriye û divê li welatê xwe bên dadgehkirin, lê dewlet xwe nade ber vê yekê. Ozdemîr ji hikûmeta Elman xwest ku di vê mijarê de bikeve nava liv û tevgerê.
Prof. Ott jî qala serdana xwe ya li Rojava û şoreşa bi heybet kir. Ott got, “Xewn û xeyala gelek şoreşgerên dinyayê li Rojava ji aliyê Kurdan ve bi cih tê anîn.”
Di panelê de belgefilma Şoreşa Rojava ya ji aliyê qenala televîzyonê ya ARTE ve hatiye kişandin, hate nîşandan.
ANF / HAMBURG
Mijar berxwedana grevên birçîbûnê bû
Li zanîngeha Bremenê Newroz hat pîrozkirin. YXK, JXK û Meclîsa jinan a Sêwê bi hevre pîrozbahî organîze kir. Hozan Comerd, Tuncer Yalinkilic, ji Koma Zarokên Aramê Tîgran Viyan, Koma Şoreşê Rojê di çalakiyê de hunerên xwe pêşkêş kir. Çalakiyê û cilûbergên gelêrî yên jinên Kurd jî gelekî bala xwendekarên zanîngehî kişand ser xwe.
Di şexsê Zulkuf Gezer de tevahiya şehîdên Kurdistanê jî hatin bibîranîn. Li ser navê YXK´ê Mesut Ercan axaftina destpêkê kir û Newroza çalakgerên grevba birçîbûnê û Kurdistaniyan hemûyan pîroz kir.
BREMEN