Tûrnûvaya futbolê ya ji bo bîranîna "Şehîdên Meha Gulan" pêr li bajarê Elmanya Hambûrgê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Di axaftina beriya destpêkirina maçên futbolê de bal hat kişandin ser girîngiya Meha Gulanê ji bo têkoşîn û gelê Kurd û hat gotin, "Axa ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan, îro kulîlkan vedike."

Di axaftinê de bal hat kişandin ser girîngiya pêvajoya çareseriyê û hat ragihandin, ku gelê Kurd ji her demê bêtir nêzî serketinê ye û bang li ciwanên Kurd hat kirin, bi awayekî çalak cihê xwe di pêvajoyê de bigirin.
Piştî axaftinan tûrnûvayê destpê kir. Di encama maçên hatin lîstin de, tîma Batmanspor bû yekemîn, tîma Welatspor bû duyemîn, tîma Bingol12spor bû sêyemîn û tîma Şehîd Ronahîspor jî kûpa centilmentiyê wergirt. 

HAMBÛRG