Li Hannoverê serfiraziya QSD´ê ya li dijî DAIŞ’ê hate pîrozkirin. Heta diyarkirin ku divê patronê DAIŞ’ê Erdogan jî were têkbirin.
Li bajarê Elmanyayê Hannoverê, serfiraziya QSD, YPG û YPJ’ê ya li dijî DAIŞ’ê hate pîrozkirin.
Kurd û dostên wan li Meydana Steintor a Hannoverê hatin ba hev. Di çalakiyê de flamayên YPG, YPJ, PYD û TEV-DEM’ê hatin hildan.
Hevserokê NCDK a Hannoverê Altûn Bîschoff di çalakiyê de axivî û got, “Li Rojava, DAIŞ hate têkbirin, lê ev nayê wateya ku DAIŞ qediyaye. Ji ber ku patronê DAIŞ’ê Erdogan e û hê jî Serokkomarê Tirkiyeyê ye. Di 31’ê Adarê de em ê Erdogan biavêjin ser sergo. Em bang li hemû şoreşger û demokratan dikin ku di 31’ê Adarê de dengê xwe bidin tifaqa li dijî koalîsyona faşîst a AKP û MHP’ê.”
Endamê PYD-Hannoverê, Bavê Emer jî got, “Serokê DAIŞ’ê Erdogan e û li Enqereyê ye. Heta ku Erdogan neyê têkbirin DAIŞ nayê qedandin. Ji ber ku DAIŞ li Sûriyeyê di bin navên din de derdikeve holê.” Piştî gerandina govendê sloganên ‘Bijî berxwedana QSD, YPG û YPJ’ê’ û ‘Bijî Serok Apo’ hatin gotin.
ANF / HANNOVER