Li Zaningeha Gottfried Leibniz a Hannoverê Xwendekarên Kurdîstanî Xebatên xwe wek Gruba Zanîngeha Hannoverê bi beşdarvanan dan nasîn. Di danasînê de 40 Xwendekar amade bûn, Xwendekar ji çar beşên Kurdistanê bûn.Ya balkêş ew bû ku 7 Xwendekarên Alman jî cihê xwe di civînê de girtbûn. Di Rojevê de bi giştî xebatên di bin banê YXK tên meşandin, wek Xelatên Wêjeyê yên Hüseyîn Çelebî, Turnuvaya Sporê a Delîl Ateş, Kampanya ji bo Piştgiriya Kobanê û Şengalê, Delegasyona Newrozê bi Xwendekarên nû re hatin danasîn. Herwiha Semîner, Kursa Zimanê Kurdî hwb bi wan hate parvekirin. Di danasînê de YXK xebata xwe di asta Zaningehê de parve kir û sedema çima YXK di destpêka salên 90 de bi pêşengtiya Serokê Rûmetê H. Çelebî ve hate damezrandin. Girêdayî girîngiya xwe bi rêxistina di asta Zanîngehê û ya herî girîng di Pêvajoya niha de ku li Rojhilata navîn kaosek heye. Berxwedana gelê Kurd li Şengal û Kobanê/Rojava û rola Almanyayê/Avrupayê di vî şerê qirêj de. Bi giştî ev mijar di civînê de hatin nirxandin.
HANNOVER