Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku 25’ê Adarê saet 21.00’an 2 gerîlayên ku ji bo wezîfeyê çûne Bektaşli ya girêdayî navçeya Kirikhan a Hatayê bi artêşa Tirk re rû bi rû hatine û li vir şer qewimiye.
Di daxuyaniyê de ev agahî cih girtin: “Di şerê ku nêzî 3 saetan dom kir de windahiyên artêşa Tirk nehatine zelalkirin, di vî şerî de hevalê me Xoşmêr Kotol (Ehed Hesenlû) heta guleya xwe ya dawî bi şerekî lehengî şehîd ketiye. Gerîlayê me Denîz Alîşer (Ozgur Tektaş) jî bi awayekî giran birîndar ketiye destên artêşa Tirk. Hevalê me yê birîndar ji aliyê hêzên dijmin bi awayekî hovane hatiye qetilkirin. Dewleta TC ya rûyê xwe yê qetlîamker careke din kifş kir, wek dewama zîhniyeta xwe ya qetlîamker a îro li ser gelê me pêk tîne, li hember hevalê me yê gerîla jî xistiye meriyetê.
HPG’ê têkîldarî gerîlayên jiyana xwe ji dest dane ev nirxandin kirin: “Hevalê me Xoşmer Kotol ku li Rojhilatê Kurdistanê jî tevlî şoreşa azadiyê bû, wek mîlîtanekî bi nirx ê ku têkoşîna gerîla demek dirêj berdewam kiriye di têkoşîna me de cih girtiye. Hevalê Denîz Alîşer jî li dijî mêtingeriya Tirk berxwedana xwe gîhandiye çiyayên Kurdistanê, bi watetir kiriye û têkoşîna xwe mezin kiriye. Em hevalê Xoşmer û Denîz ê ji bo hêviyên azadiya gelê me di jiyana siberojan de ava bikin şer kirine bi mînetî bi bîr tînin, em soz didin ku em ê wezîfeyên dîrokî yên dewrî me kirine bi cih bînin.”
Nasnav: Xoşmer Kotol
Nav û Paşnav: Ehed Hesenlu
Cihê Jidayikbûnê: Xoy
Navê Dayik-Bav: Susen - Îsmaîl Dîrok
Cihê Şehadetê: 25’ê Adara 2016’an/Hatay”
Nasnav: Denîz Alîşer
Nav û Paşnav: Özgür Tektaş
Cihê Jidayikbûnê: Sêwas
Navê Dayik-Bav: Gulîzar - Îbrahîm Dîrok
Cihê Şehadetê: 25’ê Adara 2016’an/Hatay