Navenda Ragihandin û Têkiliya HPG'ê têkildarî şer û pevçûnên dawî de daxuyaniyeke berfireh da. HPG'ê ragihand ku di 13'ê Tebaxê de li Erzîn a Hatayê di encama çalakiya berfireh di 5 polîs hatine kuştin, 4 polîs birîndar bûne. HPG'ê têkildarî çalakiya Hatayê ev  agahî dan: " Di 13'ê Tebaxê de di saet 23.30'an de li navçeya Erzîna Hatayê li dijî fermandariya cendermeyan, muduriyeta emniyetê, lojmanên qeymeqamtiyê û polîsên dewriye digeriyan ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyên hemwext hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyên ji çar baskan ve hate lidarxistin de 5 polîs hate kuştin, 4 polîs jî birîndar bûye. Agahiya dîl ketina gerîlayekî me yê birîndar jî ne raste. Piştî çalakiyan gerîlayên me bi awayeke saxlem gihîştine yekîneyên xwe."
 
Li Şemzînanê çalakî

HPG'ê ragihand ku li herêma Gever û Şemzînanê hêna jî serweriya gerîlayan berdewam dike û li herêmên di  bin kontrola gerîlayan de çalakiyên bib bandor hatine lidarxistin. HPG'ê derbarê herêmên Gever û Şemzînanê de ev detay bi raya giştî re parve kirin: "Serweriya di xeta Gever û Şemzînanê ya gerîlayên me hîn jî berdewam dike.Di 14'ê Tebaxê de hin çalakî hatine lidarxistin. Di vê çarçovê de;
Di 14'ê Tebaxê de di navbera saet 18.00-20.00'an de riya Şemzînan û Gerdiyayê ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kontrolkirin. Di wesayitên hatiye rawestandin de nasname hatine kontrolkirin cejna  gel ê li wir civiyaye hatiye pîroz kirin û di derbarê tevgera Şemzînanê ji gel re agahî hatiye dayîn. Di dema kontrolê de kemyoneke ji dijmin re erzaq dikişîne hatiye rûxandin, ajovanê wê Nazim Çîn jî hatiye binçavkirin. Di 14'ê Tebaxê de di saet 24.00'an de li navçeya Şemzînana Colemergê di navbera herêmên Ketînê û Mawaya bi ser bajaroka Rûbarokê ne wesayiteke kar a ji bo avakirina qereqolan qûm dikişîne ji aliyê gerîlayên me ve hatiye rûaxndin."

Li Şemzînan û Geverê Bombebaran

 HPG'ê her wiha ragihand ku artêşa tir bombebarana li herêma Şemzînan û Geverê didomîne. Li gor agahiya HPG'ê agahiyên derbarê bombebaranê de jî wisa ne: " Di 14'ê Tebaxê de di saet 18.30'an de li Colemergê li dijî çiyayê Çarçela ya di navbera navçeyên Şemzînan û Geverêye ji aliyê artêşa dagirker a Tirk bi balefirên şer hatiye bombekirin. Dîsa di saet 21.30'an de li dijî Hacyan, Mergan û Gîpê ya bi ser Şemzînanê ye bi helîkoopterên kobrayan hatiye bombekirin."

Qadên Parastina Medyayê bombebaran dikin

 Navenda Ragihandin û çapemeniyê ragihand ku di 13'ê Tebaxê de di navbera saet 15.00-16.00'an de û di 14'ê Tebaxê de di navbera saet 20.00-24.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Zaxoyê li dijî Gundê Bektorya û Kato Sûlê yên bi ser Heftenînê ye ji aliyê artêşa dagirker a Tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

Li Dihê çalakî

Hat hînbûn ku li navçeya Dihê ya Sêrtê di 14'ê Tebaxê de li dijî karwanê artêşa  Tirk ên ji bo mudaxelya pîrozbahiyên gel ên 15'ê Tebaxê yên hatiye qedexekirin, dihatin ji aliyê gerîlayên  ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Li gor agahiyên HPG'ê di encama çalakiyê de otobusek hatiye rûxandin, wesayiteke zirxî ya akrep derbe xwariye. Herweha hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.

'Gerîla 15'ê Tebaxê li gel pîroz kir'

HPG'ê ragihand ku di 14'ê Tebaxê de di navbera saet 19.30-21.00'an de li ser riya Pasûr û Amedê rê hatiye kontrolkirin. Di wesayitên hatiye rawestandin de nasname hatine kontrolkirin û ji aliyê gerîlayan ve 15'ê Tebaxê li gel ê li wir civiyaye hatiye pîroz kirin û di derbarê pêşketinên pêvajoyê de gel hatiye agahdar kirin.
Her wiha hate hînbûn ku di  12'ê Tebaxê de di set 06.00ê de di saet 06.00'an de li navçeya Hezoya Amedê li dijî herêma Girê Sor ji aliyê artêşa Tirk ve bi helîkopterên kobrayan hatiye bombekirin. Di encama bombebaranê de şewata li daristanan destpêkiriye hîn jî berdewam dike. 

ANF/BEHDÎNAN