Qonaxa Tinekirina Terorê ya Pêngava Bagera Cizîrê ya li Dêra Zorê, dewam dike. Şervanan beşek mezin a navenda Hecînê ji DAIŞ´ê rizgar kir. Lê belê şerê nexasim jî li rojhilat û bakurê Hecînê bi dijwarî dewam dike. Gava ku nûçeya me dihat amadekirin, di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ`ê de li eniya rojhilat û bakurê Hecînê şer giran bû.

QSD´ê pêr bi daxuyaniyekê da zanîn ku di nava rojekê de di şerê di Qonaxa Tinekirina Terorê de 121 endamên çeteyên DAIŞ´ê hatine kuştin û 3 hezar û 126 sivîl jî hatin rizgarkirin.

Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya QSD‘ê bi daxuyeniyekê da zanîn ku li bereya Baxozê di şerê giran de şervanên wan kîlometreyekê bi pêş ve çûne, 17 nuqte avakirine, erebeyeke bombebarkirî jî desteser kirine. Şervan paşê hinekî din bi pêş ve , gelek DAIŞ´ê kuştine lê hejmara tam nehatiye tesbîtkirin.

Li gorî daxuyaniyê balafirên Koalîsyona Navdewletî jî bargehên terorîstan kirine hedef.

Li bereya Hecînê jî şervan bi pêş ve çûne û 35 nuqteyên nû ava kirine. Di encama şerên giran de şervan 2 kîlometreyan bi pêş ve çûne û 3 hezar û 126 sivîl rizgar kirine ku terorîstan ew wekî mertalên zindî bi kar dianîn.

121 DAIŞ´î pêr hatin kuştin

QSD´ê encam wiha eşkere kirin: 121 DAIŞ´î hatin kuştin, 44 bargehên DAIŞ´ê hatin rûxandin, doçkayek û 1 erebeyeke bombebarkirî hatin teqandin. Her wiha 7 rêyên eskerî ku terorîstan bi kar dianî, hatin qutkirin. Şervanan 3 klaşinkov, 1 espagno, 2 erebeyên bombebarkirî desteser kirin. Balafirên Koalîsyona Navdewletî jî 50 derb li DAIŞ´ê dan.

 

NAVENDA NÛÇEYAN