Gerîlayên HPG û YJA-Starê di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê de çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de 16 leşkerên Tirk hatin kuştin, wesayîteke leşkerî ya Reo hate îmhakirin û kepçeyekê jî derb xwar.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encama çalakiya li Heftanînê eşkere kir.
HPG’ê got, “Hêzên me di Çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê de ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê didome, 1’ê Kanûnê li Girê Konferansê yê Mezin li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xistin. Gerîlayan ji 4 milan ve li stargeh, çeper û wesayîtên dijmin xistin. Di vê çalakiyê de 16 leşkerên Tirk hatin kuştin, wesayîteke leşkerî ya Reo hat îmhakirin û kepçeyekê jî derb xwar. Yekîneya me ya ku ev çalakî pêk anî ti zirar nedît.”
ANF/BEHDÎNAN