Gerîlayên HPG/YJA Starê li dijî leşkerên Tirk ên li Heftenîn û Xakurkê çalakî li dar xistin û 11 leşkerên Tirk hatin kuştin.
HPG’ê der barê çalakiyan de daxuyanî da. Li gorî daxuyaniyê:
“Hêzên gerîla yên YJA Starê ji bo bîranîna hevrê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) 19’ê Cotmehê li dijî leşkerên li Girê Konferansê çalakiyeke sekvaniyê li dar xistin û leşkerek hat kuştin.
Gerîlayên YJA Starê 20’ê Cotmehê jî li dijî leşker û kontrayên li qada navbera Girê Vecîp, Geliyê Pisaxa û Girê Konferansê dikeve çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de wesayîteke dijmin hat rûxandin, hejmara leşkerên kuştî û birîndar nehatiye zelalkirin. Helîkopterên tîpa Kobra yên ji bo mudaxeleyê hatin qadê jî bûn hedefa hêzên me, li ser lêdana xurt, yekê ji wan derb xwar û neçar man ji qadê dûr bikevin.
Gerîlayên YJA Starê 21’ê Cotmehê li dijî leşkerên li qada Şehîd Şêxmûs çalakiyek kirin û eskerek hat kuştin.
Li Xakûrkê 8 leşker hatin kuştin
21’ê Cotmehê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronaya de gerîlayên YJA Starê yekîneyeke dijmin li nêzî Girê Koordîne xistin kontrolê û ji nêz ve li wan dan û di çalakiyê de 6 leşker hatin kuştin.
Heman rojê, li dijî leşkerên li Girê Şehîd Botan jî çalakiyek hat kirin. Di vê çalakiyê de jî leşkerek hat kuştin. Di çalakiyên sekvaniyê yên li Girê Şehîd Derwêş de 2 leşker hatin kuştin.”
ANF/BEHDÎNAN