Li Heftenînê 10 esker hatin kuştin
Gerîllayên HPG’ê li dijî dagirkerî û mêhtingeriya dewleta Tirk berxwedana dîrokî didomînin. Di şerê li Çelê û Heftenînê de herî kêm 10 leşker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê çalakiyên gerîlayan û êrişên Artêşa Tirk a dagirker de dagirker daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Li gorî daxuyaniyê;
“Li dijî êrişa dagirkeriyê ya artêşa TC a dagirker a li ser herêma Heftenînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, berxwedana dîrokî ya hêzên gerîlla dewam dike.25'ê Hezîranê di navbera hêzên me û dagirkeran de yên ku hewl didan li qada Şeşdara bi pêş ve biçin, serê sibehê şerekî dijwar qewimî û heta êvarê dewam kir. Li dijî dagirkerên ku bombardûmaneke giran li herêmê dikirin, hêzên me bi lehengî li ber xwe dan û li vir 7 leşker hatin kuştin, zêdeyî 10 leşker jî birîndar bûn. Hevrêyên me Esmer Devrîm, Sema Kato, Arîn Engîzek, Berîvan Cûdî û Ararat Serhat ku di bin fermandariya hevrê Esmer Devrîm de heta fîşeka dawî şer kirin, tevlî karwanê şehîdan bûn.
26'ê Hezîranê li dijî dagirkerên ku hewl didan li qada Şehîd Cûdî bi pêş ve biçin, hêzên me yên YJA Starê bi taktîka sabotajê çalakî kirin. Di encamê de leşkerek hate kuştin.
Şeva heman rojê hêzên me li dijî dagirkerên li qada Xantûrê çalakiyeke xurt kirin. Di çalakiyê de gelek leşkerên dijmin hatin kuştin. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyê wê piştre bi raya giştî re bên parvekirin.
Li Çelê dijmin derb xwar
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker li Çelê çalakî li dar xistin. Di vê çarçoveyê de;
24'ê Hezîranê hêzên me yên YJA Starê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Rêber ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de ku li dijî kepçeyeke dagirkeran hate kirin, kepçe îmha bû, 2 leşker hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.
27'ê Hezîranê, hêzên me li dijî qereqola Gire ya li navçeya Çelê çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de ku li çeper û stargehên li qereqolê hate xistin, hejmara leşkerên hatin kuştin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.
31'ê Gulanê li qada Derewa Qesradê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê, artêşa TC a dagirker dest bi tevgerê kir. Di dema tevgerê de di navbera hêzên me û dagirkeran de şer qewimî. Derbên giran li dagirkeran hate xistin. Hevrêyên me Brûsk, Harûn û Kawa yên heta fîşeka xwe ya dawî şer kirin şehîd bûn.
ANF/BEHDÎNAN