Hêzên gerîlla li Heftenînê derbeke giran li Artêşa Tirk a dagirker xist û di encamê de 13 esker hatin kuştin. Di çalakiya gerîllayên YJA Starê ya li Tepê Şehîd Cûdî de jî 2 esker û dîsa li qada Xantûrê eskerek hatin kuştin. Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê weha ye:“Di çarçoveya pêngava şoreşger a cenga Heftenînê de gerîllayên YJA Starê 10 û 11ʼê Tîrmehê li qada Şeşdara ya Tepê Şehîd Cûdî çalakî kirin û di encamê de 2 esker hatin cezakirin. 11ʼê Tîrmehê, hêzên gerîlla li Tepê Şehîd Berxwedan a li qada Xantûrê bi çalakiyeke sekvaniyê eskerekî dijmin ceza kirin. 12ʼê Tîrmehê, li Dola Beraza ya Xantûrê, hêzên gerîlla ji sê milan ve çalakiyek pêkanîn û ji nêz ve bi bandor li hedefên xwe dan. Bi qasî hatiye tespîtkirin 13 eskerên dijmin hatin cezakirin. Şer li herêmê hê didome.

2 şehîdên Zê

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Zê şehîd bûne eşkere kir û got, “Wê weke lehengên nemir ên têkoşîna azadiyê her tim di têkoşîna me de bin.” Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî 2 gerîlayên li Zê şehîd bûn daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de tê gotin; “Di êrişa hewayî ya 7’ê Tîrmehê ya li herêma Zê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê de, ku ji aliyê artêşa TC a dagirker ve hate kirin, hevrêyên me Îdrîs Oren bi nasnav Egîd Cûdî yê li Şirnexê ji dayik bûyî û Sîdar Çîçek bi nasnav Zana Farqîn ê li Amedê ji dayik bûyî şehîd bûn. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd serê tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be û em soza xwe dubare dikin ku weke şopdarên şehîdên leheng em ê berxwedana hevrêyên xwe yên şehîd bi ser bixînin û xewn û xeyalên şehîdên leheng bi cih bînin.” ANF/BEHDÎNAN