Bi dehan ciwan beşdarî civîna li navçe Mabata bûn li dibistana navçeyê hate lidarxistin. Endama Rêveber a Yekîtiya Ciwanên Rojava Hemrîn Rûbar di civînê de axivî û bal kişand ser berxwedana demdirêj a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û heta niha bê navber xizmeta hemû beşên civakê dike û got: “Serok APO ji zarotiya xwe ve di nava lêgerînê de bû, di encama lêgerîna xwe de hevaltiya têkoşerên wekî Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Hayrî Durmuş û Hakî Karer nas dike. Bi wan re şoreşê dide destpêkirin û ji bo azadî û mafê gel wan zend û bend badan. Tirkiyê bi dijwarî şerê wan kir. Em wekî Ciwan îro li ser fikr û felsefeya Rêber APO têdikoşin.”

Rûbar di dawiya axaftina xwe de tecrîdkirina Ocalan şermezar kir û bang li ciwanan kir ku li dijî tecrîdê bê deng nemînin û asta têkoşîna xwe bilind bikin. Di civînê de sînevîzyonek li ser peyamên Ocalan ên berê jî hat nîşandan. Ciwanan bi diruşmeyan dawî li çalakiya xwe anî.


Gelê Kurd wê bi felsefeya Ocalan bi ser keve

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî bi heman armanca ciwanan daxuyanek xwend. Daxuyanî li ber navenda Yekîtiya Ciwanan a Şehîd Xemgîn Cûdî bi zimanê kurdî û erebî ji aliyê Endamê Yekîtiya Ciwanan Rustem Cûdî û Elya Mûsa ve hat xwendin.

Daxuyaniya Ciwanan wiha ye: "… em kiryarên Dewleta Tirkiyê yên beramberî Rêberê Apo û dijîtiya wan a bi serketina gelê kurd re şermezar dikin…

Em destnîşan dikin ku kiryar û dijîtiya wan a li dijî gelê kurd û mirovahiyê dê di deme nêzîk de bi dawî bibe. Gelê kurd bi felsefeya Ocalan dê bi ser bikeve û dê projeya çareseriya demokratîk bibe projeya hemû cîhanê."

Daxiuyanî weha bi dawî bû: "Dewleta Tirkiyê bi tecrîd û kiryarên xwe dê nikaribe îradeya gelê me û ciwanên me bişkîne, em ê destê xwe bixin destê hemû ciwanên Kurdistanê û em ê berxwedana xwe xurt bikin.” 


 ANHA / EFRÎN