Meclîsa Rêxistinên Helebce îro li Salona Monument a Helebce, bi dirûşmeya ‘Li ruxmê krîzan jî em li ser jiyana bi hevre û xizmetkirinê berdewamin’ 5. Konferansa xwe  ya salane pêk  anî. 

Di destpêka konferansê de Serokê Meclîsa Rêxistinên Helebce Menzer Elî bi navê Meclîsê li ser kar û xebatên meclîsê yên di salekê de hatin kirin bi kurtî ji beşdarvanên konferansê re axivî û di axaftinên xwe de bi taybet li ser semînerên hatin dayîn û çalakiyên cûr be cûr yên civakî,  rewşenbîrî û siyasî pêk hatîn kir.

Li ser navê Komîsyona Rêxistinên Civaka Sivîl a parlamentoya Herêma Kurdistanê Salar Mihemed axifî û got ku ji ber ne aktîvbûna parlamentoyê wan nekariye wek pêwîst alikariya saziyên sivîl yên civakî bikin.

Her wiha di konferansê de qaymeqama Helebce Nûxşe Nasîh jî li ser rolê Meclîsa Rêxistinên Helebce axivî û diyar kir ku wan kariye di sala derbazbûyî de ji bo xizmeta welatiyan projeyan pêş bixin û pêk bînîn. Her wiha hêjayî gotinêye Meclîsa Rêxistina bajarê Helebce ji 30 rêxistinên li Herêma Kurdistanê pêk tê.  


 HELEBCE