
CÎHAD HEWRAMÎ /ROJNEWS / HELEBCE
Navenda Siyaçeman ji bo çend helbestvanên Hewreman panelek li dar xist. Berpirsê Navenda Siyaçeman got; “Armanca me ya lidarxistina vê panelê, zindîkirina çanda helbest û danasîna helbestvanan e.”
Li salona Navenda Siyaçeman a bajarê Helebce bi amadebûna gelek nivîskar, helbestvan û hunermendên bajar, doh di bin navê ‘Çenî Payîzî’ ji bo çar helbestvanên herêma Hewmeran panelek hate lidarxistin.
Ji helwi dawiyê de jî Şewqî Seyda got; “Ev panela helbestan wê bibe pêngavek ji bo beşdar nihêrîn û fikirên xwe li ser berhemên helbestan bînin ziman. Em jî wê hewldana nivîsandina helbestên nû, ciwantir û taybetir bidin. Bi taybetî li ser ciwaniya Hewreman.”