Li Helebce ji bo bipêşxistina elaqeya ji hunerê re bi pêşengiya Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî ya Helebceyê, çend lîstikên şanoya kolanan hatin nîşandan.
Lîstika yekê a Siyamend û Xecê ji aliyê koma Şano ya Derbendîxanê ve hat nîşandan.
Lîstika duyê ya têkildarî welatî ji bo paqijkirina jîngehê baldar bin jî ji aliyê şanogerên Çemçemalê ve hat lîstin.
Aktîvîtiya hunerî ku rastî elaqeyeke zêde ya welatiyan hat, îro jî wê çend berhemên şanoyê ji aliyê komên hunerî yên şanoya kolanan ve werin nîşandan.
ROJNEWS/HELEBCE